Hîva Sor a Fîlîstînê diyar kir ku digel 95 seatan ji qîzika bi navê Hîndê yê 6 salî û 2 personelên ku ji bo xelaskirina wê li pey wê çûbûn xeber nayê standin.
Di daxuyanîya ku ji teref Hîva Sor a Fîlîstînê ve hat belavkirin de hat destnîşankirin rejîma îşxalker êrîşî Taxa Tel El-Hewayê kir di encama êrîşê de qîzikeka bi navê Hînd ya 6 salî li wê asê maye, ji ber vê yekê du personelên wan yên bi navê Yusuf û Ahmed ji bona xelaskirina wê li pey wê çûne, lê digel derbasbûna 95 seatên xeber ji wan nayê girtin.
Hîva Sor, ji civaka navneteweyî re ji bona ku aqûbeta Hînd û du personelên wan ji rejîma îşxalker bê pirsîn bang kir.
Di daxuyanîyê de bal hat kişandin divê ji hiqûqa însanî ya Navneteweyî, alîkarîya însanî û tenduristîyê re ji bo xebatên wan ên sîvîlî ewlehîyek bê kirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li Peruyê otobûsek gêrê şerempolê bû, di encama qezayê de 13 kesan canê xwe ji dest dan, 18 kesan jî birîndar bûn.
Hat daxuyandin ku di pevçûnên li Xezzeyê de 2 leşkerên sîyonîstan mirine, 22 leşkerên wan jî birîndar bûne.
Êş û xemgîniya "Belaeta Mezin Nekbe" ku wek navê çewsandin, qetlîam û koça bi darê zorê ya ku piştî îşxala siyonîstan li ser axa Filistînê dest pê kir, ev 76 sal in didome.
Li wîlayeta Florîdaya Emrîqayê otobûsa ku karker di nav de bûn qelibî, di encama qezayê de herî kêm 8 kesan canê xwe ji dest dan, 45 kesan jî birîndar bûn.